Fevzi Kaya bû sembola biratiya Tirk û Kurdan

Şaredariya Yahşihanê ji bo bîranîna karkerê Kurd parkek çêkir.

Fevzî Kayayê Hekariyî, li navçeya Yahşîhanê ya Kırıkkaleyê, karkerê înşeatê bû. Karkerê Hekariyî di 9ê adarê de gindirî bin makîneya ku keviran dişkîne û wefat kir. Şaredariya navçeyê wek sembola xwîşk û biratiya Tirk û Kurdan, navê karker da parka zarokan. Di merasîma vekirinê de malbata Fevzî Kaya jî hebû.

Ji Colemêrgê derketibû û ji bo kar çûbû Kırıkkaleyê. Di 9ê Adara borî de dema dixebitî ketibû nav makîneya kevir şikandinê û jiyana xwe ji dest dabû. Fevzi Kaya hêj 35 salî bû.

Şaredariya Yahşîhana Kırıkkaleyê ji bo bîranîna karkerê kurd, li ser navê wî parkek çêkir.

Alîkara Serokê Giştî yê MHPê Pelin Yılık, Serşêwirmendê Serokê Giştî yê MHPê Ruhi Ersoy û Parlamenter Halil Öztürk jî beşdarî merasîma vekirina parkê bûn.

Şaredarê Yahşihanê yê MHP’ê Osman Türkyılmaz got,“Li navçeya me, gava înşeata binêsaziyê dihate kirin, karkerekî Colemêrgî yê Kurd wefat kir… Me bi navê wî li navçeya xwe parkek çêkir; me dilê zarok û ciwanan xweş kir. Malbata Kaya jî ji bona îro ji Colemêrgê derket hat vê derê. Wekî Neşet Ertaş gotibû; “Ez ê qurbana axa di bine pêlavên wan de bim”. Me xwest em li vê derê xwîşk û biratiya Kurd û Tirkan nîşanî her kesî bidin. “

Şaredariyê him xwest dilê malbata wî xweş bike him jî nexwest navê karkerê kurd were jibîrkirin.

Malbata Fevzi Kaya jî ji bo merasîma vekirinê ji Colemêrgê hat Yahşîhana Kirikkaleyê.

Dayika karkerê kurd çiqas xemgîn be jî bi vê parka ku li ser navê kurê wê çêbû dilê wê piçek xweş bû.

Fevzi Kaya êdî li Kırıkkale û Colemêrgê sembola biratiya Kurd û Tirkan e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE