Fezazanê 9 salî yê Tatvanî

Mehmet Aliyê Tatvanî bi xêra înternetê hînî agahiyên wisa bû ku gelek pispor jî nizanin

Fezazanê 9 salî yê Tatvanî

Li Tetwana Bilîsê, Mehmet Elî Sayindi bi xêra vîdeoyên li ser înternetê hînî agahiyên fezayê yên wisa bû ku gelek pispor jî nizanin. ji ber vê yekê jî zarokê 9 salî dixwaze perwerdeya xwe biqedîne û bibe astronot.

Bi xêra înternetê gelek zarok di biçûkatiya xwe de hînî gelek tiştî dibin.

Yek ji wan jî Mehmet Elî Sayindi ye.

Mehmet Eliyê 9 salî li Tetwanan Bilîse dijî.

Li ser înternetê herî zêde vîdeoyên derbarê fezayê de temaşe dike.

“Min li ser înternetê vîdeoyek dît. Min vîdeoyên di kenalê de temaşe kirin. Min ew gelek ecibandin û bi xêra wan meraqa min a li ser fezayê gelek zêde bû."

Bi xêra wan vîdeoyan hînî agahiyên wisa bûye ku gelek pispor jî nizanin.

Kesên ku dibin şahidên zanîna Mehmet Elî, şaş û metel dimînin.

Endamên Meclisa Ciwanan a navçeyê jî ji bona ku kêfa zarokê 9 salî bînin, kincên astronotan li xwe kirin û çûn mala wî.

Zarokê biçûk dixwaze perwerdeya xwe biqedîne û dûv re jî bibe astronot.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE