"Fikra ku me komplo li Amerîkayê kiriye fikreke tewşomewşo ye"

Altun ji Associated Pressa ajansa nûçeyan ra der barê kampanyaya qirêjkirinê da ku li Amerîkayê dijî Tirkiyeyê tê meşandin axivî.

"Fikra ku me komplo li Amerîkayê kiriye fikreke tewşomewşo ye"

 Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun: "Fikra ku me komplo li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê kiriye fikreke tewşomewşo ye."

Altun ji Associated Pressa ajansa nûçeyan ra der barê kampanyaya qirêjkirinê da ku li Amerîkayê dijî Tirkiyeyê tê meşandin axivî.

Hewl didin ku îdiayên bêbingeh belav bikin ku Tirkiyeyê ji bona guh nede qanûnên Tirkiyeyê komplo kiriye û wiha got: "Em ji ber van hewldanan bi fikar in. Ev buxtan ji hêla Fetullah Gulenê serkirdeyê hewla derbeyê ya bêbext ku 15ê Tîrmeha 2016an da qewimî û 251 însanên mesûm hatin şêhîdkirin û şirîkên wî va piştî ku Donald Trump wek Serokê Amerîkayê hat hilbijartin bi dehan caran tînin rojevê. Bi vê kampanyaya qirêjkirinê dixwazin xelkê Amerîkayê şaş agahdar bikin û bidin bawerkirin ku di navbera Tirkiyeya mutefîqê NATOyê û ekîba demkî ya Trump û endamên rêvebiriyê da têkiliyên dereqanûnî hene. Fikra ku me komplo li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê kiriye fikreke tewşomewşo ye." 

Altun destnîşan kir Komara Tirkiyeyê bi dehan salan e bi şirketên Amerîkayê ra dixebite û der barê xebatên meşrû da meqamên eleqedar agahdar dike û wiha got: "Em sûcdakirina li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê bêisûlî yan jî xebateke derasayî hatiye kirin red dikin."

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE