Em ê niha berê xwe bidin Tetwanê. Gülşen Altilar, li şêranîfiroşan firaq dişûştin û debara xwe wisa dikir. wê cehd kir, xebitî û niha bûye xwediyê karê xwe.
Gülşen Altılar li Tetwanê ev 16 salan li pastexaneyan kar dikir.
Wê bi şûştina firaqan nanê xwe qezenc dikir û debara mala xwe dikir.
Xanima jîr û jêhatî cehd kir, xebitî û niha bûye patron, yanî ew bi xwe pastexaneya xwe bi rê ve dibe. Li cem wê 4 kes jî îstihdam bûne û kar dikin.
Muşteriyên wê ji şêraniyên wê gelek hez dikin.
Tewsiyeyeke Gülşen xanimê li jinan jî heye.