Firara ji leşkeriyê ew li welat kir penaber

Onderê Diyarbekirî, ji eskeriyê firar kir. Lê ev firar jiyana wî serobino kir. Bavê 4 zarokan ji, Welatîbûna Tirkiyê hat derxistin.

Firara ji leşkeriyê ew li welat kir penaber

Ahmet Onderê diyarbekirî xwedî çîrokeke balkêş û xemgîn e…Ahmet Onderê Diyarbekirî, ji eskeriyê firar kir. Lê ev firar jiyana wî serobino kir. Bavê 4 zarokan ji, Welatîbûna Tirkiyê hat derxistin. Ahmet Onderê ku ev 26 sal e mîna penaberan dijî dibêje: ji bo ez bigihîjim nasnameya xwe, razî me di emrê xwe yê 54 salî de leşkeriyê bikim.

Ahmet Onder 26 sal in ku bi wekî penaberên bêwelat dijî.

Onder ji bo leşkeriyê bike di sala 1986an da çûbû Balikesirê.

Wî piştî 6 rojan ji eskeriyê firar kir.

Derheqê Onder de doz hat vekirin û Wezareta Navxweyî di sala 1994an de ew ji welatibûna Tirkiyê derxist.

Ahmet Onder çend caran serlidana nasnameyê xwe kir, lê belê daxwaza wî ji ber ewlehiya netewî nehat qebûlkirin.

Ji ber ku di statuya penaberan de ye zû bi zû kes kar jî nade wî. Mexdûriyeta wî jî her ku diçe mezin dibe.

Bavê 4 zarokan dibêje ez pir poşman im. Ji bo ez bigihîjim nasnameya xwe razî me di emrê xwe yê 54 salî de jî leşkeriyê bikim.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE