Balci di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku li gor giştînameya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya "qedexeya derketina derva" ya li 30 bajarên mezin û Zonguldaxê da pirsgirêkeke wan tune nan bi hêsanî belav dikin.
Balci bi bîr xist ku ji bo belavkirina nan yekeyên Wefaya Piştgiriya Civakî jî li qadê ne û wiha pê da çû:
"Ji bo wekî hefteya borî nebe di seroktiya walî û qaymeqam da komisyona ji nûnerên odeya me, rêveberiyên herêmî, ewlekarî û cendirmeyan pêk tê fikra mixtaran jî hildan û herêmên belavkirina nan eşkere kirin. Di vê çarçoveyê da wesayît li tax, kolan û kuçeyan digerin û nan li welatiyên me belav dikin."AA