Firingiyên jê salçe û tirşîn dihatin çêkirin êdî dibin reçel jî

Ji Iğdırê û bajarên dorberê eleqeyê nîşanî amûrên li saziyê tên çêkirin didin, welatiyên ku dibihîzin ji firingiyan reçelê çêdikin jî eleqeyê nîşanî reçelê didin.

Firingiyên jê salçe û tirşîn dihatin çêkirin êdî dibin reçel jî

 Li Iğdıra wekî "Çukurovaya Rojhilatê" tê binavkirin firingiyên herî zêde tên reşandin di destê jinan da dibe reçel.

Li saziya bi navê "Ereza Gundê Tebîetê" ya li Kulluka gundê navendê li ser 45 dolim erdî hat avakirin tehmên berê yên herêmê bi rêgezên kevn va diajon.

Saziya lê ji firingiyan salçe û tirşînê çêdikin ji bo jinên herêmê jî dibe deriyê debarê. Li saziyê tişta herî balkêş ew e ku reçela firingiyan çêdikin.

Firingiyên li erdên bi ber û bereket hêşin dibe tînin gundê tebîetê li vê derê ji hin astan derbas dikin û dixin tehmeke bêhempa.

Ji Iğdırê û bajarên dorberê eleqeyê nîşanî amûrên li saziyê tên çêkirin didin, welatiyên ku dibihîzin ji firingiyan reçelê çêdikin jî eleqeyê nîşanî reçelê didin.

Reçela firingiyan li ser înternetê tê firotin û gelekî eleqeyê dibîne.

Çigdem Yildiza reçela firingiyan çêdike diyar kir ku reçela wan gelekî bi tehm e û eleqeyeke mezin dibîne.

Yildizê got dema cara ewil reçela firingiyan çêkirin kesên dibihîstin şaş û metel diman û wiha pê da çû: "Kesên ku carekê vê reçelê tehm dikin êdî dev jê bernadin. Bi salan e li Iğdırê firingiyên tên reşandin, salçe, tirşîna wê tê çêkirin û di xwarinan da tê bikaranîn. Me jî tiştekî cuda kir û jê reçel çêkir. Piştî ku me çêkir jî gelekî hat ecibandin. Bi vî awayî me jî qezenc kir cotkarên me jî."

Muhabbet Sînaya xebatkara saziyê jî got firingiyên li baxçeyê xwe êdî naxin salçe û hişk nakin, dixin reçel û wiha axivî: "Em pêşiyê wan dixaşînin ji hin astan derbas dikin, paşê bi şerbetê dikelînin dixin reçel. Me me bi vî awayî jê îstifade nedikir. Me îsal cara ewil wekî tehmeke cuda reçel çêkir."

Kesên dibêjin ma ji firingiyan reçel çêdibe dema tehm dikin gelekî diecibînin

Sînayê diyar kir ku ji firingiyênIğdırê gelek xurek tên çêkirin, reçela wan eleqeyê dibîne û wiha pê da çû:

"Me ji firingiyên ji bo aboriya Iğdırê girîng in tehmeke cuda çêkir û tevkariyê didin aboriya bajêr. Kesên dibêjin 'Ma ji firingiyan reçel çêdibe?' dema tehm dikin gelekî diecibînin. Bertekên baş me kêfxweş dikin, ji ber vê me gelekî zêde reçel çêkir û derxist firotinê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE