Firînên di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da wê dest pê bikin

Firînên di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da wê dest pê bikin

Wezareta Gihandin û Binesaziyê diyar kir ku firînên di navbera Hewlêrê û Tirkiyeyê da di 24ê rêbendanê da, firînên di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da jî di 2yê sibatê ew ê dest pê bikin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku herî zêde hewadarî di tesîra nexweşiyê da ma lêbelê bi tevdîran têsîr hat kêmkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî serkeftina tevdîran û têkoşîna dijî nexweşiyê sektora hewadariyê dîsa rabû ser piyên xwe û tora firînê dîsa berfireh bû.

Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di navbera Tirkiye û Ermenistanê da hevdîtin hatin kirin û di hevdîtinê da biryar hat dayîn ku firînan dîsa bidin destpêkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Firînên Anadolujetê yên Gazîentab û Hewlêrê ew ê di 24ê rêbendanê da dest pê bikin. Di hefteyê da du rojan, rojên duşem û pêncşemê ji herdu aliyan firînên werin kirin. Midûriyeta Giştî ya Hewadariya Sivîl destûr nada Rêhewaya Pegasusê ku di hefteyê da 3 caran ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê bifire Yerewanê. Li aliyê din jî destûr hat dayîn ku Rêhewaya Fly One Armenîayê di hefteyê da 3 caran ji Yerewavnê bifire Stenbolê. Ji herdu aliyan firînên balafiran ew ê di 2yê sibatê da dest pê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE