Firokeyên Emerîkayê li ser Minbîçê bûn

Serokê Emerîkayê Donald Trump biryar dabû ku eskerên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekêşin.

Du firoke seranserî du saetan li ser Minbîçê xebatên kifşê kirin

Îro du firokeyên emerîkayê li ser minbîc û gund û bajarokên wê firînên kifşê kirin. Hevalên me bariş özdemir û hamiddin akgül ew dîmen qeyd kirin.

Serokê Emerîkayê Donald Trump biryar dabû ku eskerên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekêşin.

Lê xebata eskerên Emerîkayê li Minbîçê hêj dewam dike.

Du firokeyên Emerîkayê li ser Minbîçê firînên kifşê kirin.

Firokeyên Emerîkayê xebatên xwe yên kifşê nêzî du saet dewam kirin.

Xebatên kifşê li ser xeta çemê sajûrê hate kirin ku di navbera YPG û Arteşa Sûriyeya Azad de wek sînorek e.

Firoke ji aliyê rojhilatê Minbîçê ber bi rojavayê bajêr ve seranserî du saetan çûn û hatin û herî dawî dîsa ber bi Minbîçê ve çûn.

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE