Firotina avahiyan zêde bû

Saziya Îstatîstikan ya Turkiyeyê îstatîstikên firotina avahiyan ya meha Hezîranê eşkere kir.

Firotina avahiyan zêde bû

Li Turkiyeyê di meha Hezîranê da firotina avahiyan ji ber kêmbûna rêjeya faîzê ya bankeyan û kampanyayan li gor heman meha par ji sedî 209,7 zêde bû û bû 190 hezar û 12.

Saziya Îstatîstikan ya Turkiyeyê îstatîstikên firotina avahiyan ya meha Hezîranê eşkere kir.

Li gor daneyan li Turkiyeyê di meha Hezîranê da firotina avahiyan li gor meha berê ji sedî 273, li gor heman meha par ji sedî 209,7 zêde bû û bû 190 hezar û 12.

Di firotina avahiyan da Stenbol bi 28 hezar û 799 avahiyan (ji sedî 15,2) di rêza ewil da ye. Peyra bi 21 hezar û 915 avahiyan Enqere (ji sedî 11,5) û bi 11 hezar û 690 avahiyan (ji sedî 6,2) Îzmir tê.

Bajarên herî kêm lê avahî hatin firotin jî wiha ye. Bi 29 avahiyan Erdexan, bi 40 avahiyan Hekarî û bi 68 avahiyan Bayburt tê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE