Firotina hingivê xwezayî zêde bû

Welatî li diî koronavîrûsê, hingivê Siirtê dixwin

Firotina hingivê xwezayî zêde bû

Welatiyên ku dixwazin xwe ji şewba koronavîrûsê biparêzin û bedenên wan li dijî nexweşiyan sexim bin berê xwe didin xurekên xwezayî. Di heyama şewbê de li seranserê Turkiyeyê firotina hingivê Pervariyê jî zêde bû.

Dixtor bi mehan e dibêjin.

Divê li dijî nexweşiya koronavîrûsê laşê mirov li ser xwe û zexm be.

Ji bona vê jî divê em sporê bikin û hay ji xwarin û vexwarinên xwe hebin.

Ji bo laşê mirov li dijî nexweşiyan xurt bibe jî di serî de xwarinên organîk tên.

Hingivê Siirtê jî ji wan yek e. Dema tê gotin hingiv jî hingivê Siirtê tê bîra mîrov.

Di heyama şewbê de li seranserê Turkiyeyê firotina hingivê Pervariya Siirtê zêde bû.

Cotkarên herêmê niha li quntarên çiyayan, hingivên xwe kom dikin.

Hingivê Perwariyê him li navendê difroşin him jî li ser sîparişê dişînin bajarên din.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE