Firotina şîraniyan zêde bû

Bi taybetî jî şîraniya tilimba û girover tên firotin 

Li Herêmê bi hatina remezanê firotina şîraniyê jî zêde bû. bi taybetî welatiyên rojîgir berê xwe didin şîraniya tilimba û girover.  

Meha remezanê tevî bereketa xwe hat.  

Him sifreyên fitarê qelebalix bûn him jî karê esnafan zêde bû. 

Şîranîfiroş jî di remezanê de ji bo siparîşan dixebitin. 

Li Midyadê welatî ji bona piştî fitarê berê xwe didin şîranîfiroşan. 

Herî zêde jî şîraniya tilimba û girover tê firotin.  

Li Midyadê beriya fitarê li ber şîranîfiroşan doreke dirêj çêdibe. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE