Fistiqên Sêrtê êdî li Iraqê jî hêşin dibin

Hecî Mehmed Muradiyê welatiyê Iraqê li ser pêşniyaza Serokatiya Yekîtiya Hilberînerên Fistiqê Sêrtê li 130 dolim erdê li Zaxoya navçeya Dihokê libên fistiqê ajot û fistiqên wî êdî bûn şitil

Fistiqên Sêrtê êdî li Iraqê jî hêşin dibin

Fistiqên ji Sêrtê birin Iraqê û li wê derê ajotin di nav 6 mehan da hêşin bûn û hatin asta aşîkirinê.

Hecî Mehmed Muradiyê welatiyê Iraqê li ser pêşniyaza Serokatiya Yekîtiya Hilberînerên Fistiqê Sêrtê li 130 dolim erdê li Zaxoya navçeya Dihokê libên fistiqê ajot û fistiqên wî êdî bûn şitil.

Hosteyên ji Tirkiyeyê jî çûn li Iraqê şitil aşî kirin.

Şuayîp Aslanê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqê Sêrtê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi porjeyên ji sala 2003yan tên amadekirin va fistiqê Sêrtê bi lez belav dibe.

Aslan destnîşan kir ku li bajêr hema bêje 4 milyon darên fistiqê hene û wiha pê da çû: "Bi salan berê me darên nerind ji bajarên dorberê dianîn û piraniya wan hişk dibûn û nedigirtin.Niha em hatin asteke wisa ku li dervayê welêt jî daran dadiçikînin. Li bajarê me ji hezarî zêdetir hosteyên şitilkirin û aşiyê hene. Ev tevkariyeke mezin dide îstixdamê."

Aslan diyar kir ku li Iraqê jî dest bi xebatan kirin û Begerd Talabaniyê Wezîrê Çandinî û Avê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî piştgirî da.

Aslan got ku Hecî Mehmed Muradiyê welatiyê Iraqê ji vir 6 meh berê dendikên fistiê Sêrtê bir li 130 dolim erdê li Iraqê ajot û wiha pê da çû: 

"Der barê fistiqê Sêrtê da agahî hilda û biryar da ku li erdê xwe jî vî karî bike. Di vê çarçoveyê da ji me alîkarî xwest. Fistiqê di sibatê da hatin ajotin bi lez mezin bûn û hatin asta aşîkirinê. Hosteyên me yên ji vê derê çûn jî şitil aşî kirin. Em ê xizmetê bidin hemû herêmên Iraqê yên darên fistiqê lê digrin. Karkerên me yên ku ji vêderê diçin êwê derê jî di rojê da 200 dolarî qezenc dikin. karkerên me jî menûn in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE