Fêkiyên havînê yên ewil

Kîloya mişmişan bi 35 lîreyî, ya alûçeyan bi 150 lîreyî tê firotin...

Fêkiyên havînê yên ewil

Fêkiyên havînê alûçe û mişmiş li Mersînê tên berhevkirin. Ji bo ku berên ewil ên salê ne, kîloya mişmişan di navebra 35-50 lîreyî de ya alûçeyan jî herî lêm bi 150 lîreyî tê firotin.

Li bajarên başûr bihar e û hewa germ e..

Fêkiyên ewil ên havînê jî çêbûn.

Li Mersînê, niha alûçe û mişmişên serayan ên ewil tên berhevkirin.

“Berhevkirina fêkiyan dest pê kir. Niha darên me di nav serayan de ne. Firotin gelek baş e. em ji bihayê gelek memnun in. Îxracat jî dest pê kir. Îsal rewşa me baş e. “

Lê ji ber ku berên ewil ên salê biqîmet in, kîloya wan jî biha ye.

Niha kîloya mişmişan li baxçeyan bi 35-40 lîreyî tê firotin.

Kîloya alûçeyan jî ji 150 lîreyî dest pê dike heta 400 lîreyî derdikeve.

Dîroka nûkirinê: 17 Nîsan 2019, 15:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE