"Fêkiyên me di televîzyonê da didîtin em li vê derê kom dikin"

Li navçeyê li ser 12 dolim erdî baxçe hat avakirin û dar hatin çikandin û par ji wan daran 1,5 ton "xurmeya cinetê" hat komkirin.

"Fêkiyên me di televîzyonê da didîtin em li vê derê kom dikin"

Li Çelêya navçeya Hekariyê ji bo ceribandinê darên "xurmeya cinetê" hatin çikandin piştî ku ber û bereketa xurmeyan zêde bû jî li navçeyê darên fêkiyên din jî hatin çikandin.

Li Çelêya nêzî sînorê Iraqê bi saya avûhewaya germ darên hinar û hêjîrê hêşîn dibin, Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê ji vir 5 sal berê ji bo ceribandinê darên "xurmeya cinetê" ya bi navê "xurmeya Trabzonê" jî tê zanîn çikandin.

Li navçeyê li ser 12 dolim erdî baxçe hat avakirin û dar hatin çikandin û par ji wan daran 1,5 ton "xurmeya cinetê" hat komkirin.

Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr li bendê ye ku îsal jî 3,5 ton xurmeyan kom bike û ji ber ku ber û bereket zêde ye xebat da destpêkirin ku li Derecika avûhewaya wê germ e jî darên fêkiyên avûhewaya germ daçikînin. Di vê çarçoveyê da li navçeyê 120 darên "xurmeya cinetê", 40 darên zeytûnê, 40 darên hinarê, 40 darên hêjîrê hatin çikandin.

"Li Hekariyê herêmên xwedîtaybetî hene"

Midûrê Çandinî û Daristanan ê bajêr Vahat Şîmşek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku erdnîgariya Hekariyê, bilindahiya wê, rewşa ekolojiyê xwedî taybetiyan e û dikarin li vê derê cotkariya mêwe, sebze û rêzan bikin.

Şîmşek got bi piştgiriya ku dan va li Çuxurca û Derecika xwedî mîkroavûhewayê ne şitlên xurmeya cinetê, hêjîr, zeytûnê yên li avûhewaya germ hêşîn dibin çikandin û wiha pê da çû:

"Me di projeyê da serkeftinên baş bi dest xistin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî li Çelêya me ji darên li 12 dolim erdî hatibûn çikandin xurmeya cinetê kom kirin. Ber û bereketa daran rûyê cotkaran geş û xweş kir. Em ji darên 5 sal berê hatibûn çikandin xurmeyan kom dikin. Darên salên pey hatin çikandin jî ew ê sala pêşiya me mêweyan bidin. Bi vî awayî kapasîteyê zêde bibe. Me di 14ê cotmehê da di nav daran da lêkolîn kir û dît ku ji her darê 30 kîlo xurmeya cinetê ew ê were komkirin. Bira ji bajar, memleket û cotkarên me ra bi xêr bibe."

"Fêkiyên me di televîzyonê da didîtin em li vê derê kom dikin"

Şaban Taşê cotkar got ku berê "xurmeya cinetê" di televîzyonan da didîtin lê nika li gundê wan hêşîn dikin ji ber vê jî gelekî kêfxweş in.

Taş destnîşan kir ku 5 sal berê Midûriyeta Çandinî û daristanan pêşniyazî wan kir û wiha pê da çû:

"Me bi hewaya vê derê bawer kir û dest bi vî karî kir. Me bi saya midûriyeta xwe baxçe ava kirin. Ji ber ber û bereketê em kêfxweş in. Em ji hemû daran xurmeyan kom dikin. Ez dizanim ku xurmeya cinetê li herêmên Behra Sipî û Behra Reş tên hêşînkirin lêbelê li herêmeke qadeke ewqasî fireh tune. Haya cotkarên din jî pê ket û eleqe zêde bû. Em fêkiyên xwe nadin piyaseyê bi tenê li baxçeyê xwe difroşin."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE