Flamîngoyên li behra Vanê

Wênegir berê xwe didin behrê û wêneyên wan digrin...

Flamîngoyên li behra Vanê

Di payîzê de li erdîşa wanê gera flamîngoyan heye. Çûkên flamîngo bi dîmenên xwe yên bêemsal him bala wênegiran dikişînin him jî ya geştiyaran.

Bi sedan sal in di navbera Behra Wanê û Behra Ûrmiyê de diçin û tên.

Bi hezaran flamîngoyên li Wanê beriya ku dinya sar bibe rojên xwe yên dawî li Gola Wanê derbas dikin.

Flamîngo li Erdîşê ji bo wênegiran dibin bergeheke gelek xweş.

Ji rengê wan ên pembe û şînahiya behrê wênegir wêneyên xweşik digirin.

Her sal bi sedan kes ji bo temaşekirina wan tên peravan.

Flamîngoyên Wanê dema hewa dicemide diçin dora Behra Urmiyeyê, gava hewa germ dibe jî berê xwe didin Wanê.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 09:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE