Fîleyên rengorengo çêdikin

Welatî ji bo tesarûfê êdî bi fîleyan diçin danûstandinê

Fîleyên rengorengo çêdikin

Kursiyerên mala dilxwazan a mersînê fîleyan çêdikin û difiroşin. Jinên kursiyer bi qezanca xwe jî bursê didin xwendekaran.

Piştî ku li dikan û marketan poşet bipere bûn, welatiyan jî berê xwe da fîle û turikên paçinî.

Li Mala Dilxwazan a Mersînê, jinên kursiyer ji bo danûstandinê fileyên ji hev xweşiktir çêdikin.

Jin di rojekê de herî kêm fîleyekê çêdikin û difroşin.

Mamosteya Kursê EMEL SEZEN: Ewilî kursiyerên me ji xwe re fîle çêkirin, li sûk û bazaran kirin destên xwe. Turikên me yên rengîn bala gelek kesan kişand û pê re sîparişên me jî zêde bûn. Em ê vî karî mezin bikin û di pêşarojê de em ê tûrikan îxracî derwelêt jî bikin.”

Kursiyerên Mala Dilxwazan bi qezanca xwe jî bursê didin telebeyan.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE