Foruma TRT World’ê di 3 û 4ê cotmehê de ye

Forum cara 2yemîn tê lidarxistin, wê 600 kes beşdar bibin.

Foruma TRT World’ê di 3 û 4ê cotmehê de ye

Foruma Trt World’ê di 3 û 4ê cotmehê de wê li Stenbolê bê lidarxistin. Forum cara 2yemîn tê lidarxistin û gelek surprîzê wê hene. Trt wê îsal cara ewil “Trt World Citizen” yanî xelatên “welatiyên cîhanê” bide. Ji bo kesên ku xizmeta mirovî kirina di 4 kategoriyan de wê xelat bên dayîn.

Bawerî bi hêza guherînê anîn…

Ji bo xizmeta mirovî bûn mînak…

Rojnamegeran jiyana wan nîşanî cîhanê kir...

Hemû wê di 3û 4ê cotmehê de li Stenbolê di foruma TRT Worldê de bicivin.

Mudirê Giştî yê TRT’ê Îbrahîm Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku îsal cara ewil xelatên “TRT Worl Citizen” wê bên dayîn.

Ev xelat di 4 kategoriyan de dê bên dayîn: xelatên “welatiyê salê”, “serfiraziya seranserê jiyanê”, “mamoste” û “ragihandin”.

Armanc ew e ku kesên xizmeta mirovî kirina bên pîrozkirin.

Tê hedefkirin ku ev forum bibe mînak. Mijara sereke ya îsal “xeyala aştî û ewlehiyê” ye. Di forumê de li ser çareseriyên pirsgirêkên cîhanî lîder û pispor wê danûstendinê bikin.

600 zanyar û siyasetmedar wê li ser rêzikên aştiyê biaxivin.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE