Fosîlên 70 milyon salî

Li Samandağiya Hatayê 19 fosîlên jûjiyên avê hatin dîtin...

Fosîlên 70 milyon salî

Koma mamosteyan ya ku ji kolika Semsûrê çûbû li Samandaxiya Hatayê fosîl jûjiyên avê yên beriya 70 milyon salan dîtin. Mamosteyan fosîl anîn dibistana seretayî ya Atatürkê ya kolikê. Niha ev fosîl di dersên fenê de ji aliyê xwendekaran tên kontrolkirin.

Komek mamosteyên Dibistana Seretayî ya Atatürkê ya li Kolika Semsûrê ji bo geştê çûbûn devereke Samandağiya Hatayê.

Mamoste li wê derê rastî 19 heb fosîlên jûjiyên avê hatin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku ev fosîl 70 milyon salî ne.

Mamoste ji bo lêkolîn û nîşanî xwendekarên xwe bidin fosîl bi xwe re anîn Kehtayê.

Niha mamosyeyên dibistanê di dersên fenê de van fosîlan nîşanî xwendekaran didin.

Xwedenkarên dibistanê jî eleqeyeke mezin nîşanî fosîlan didin.

Dîroka nûkirinê: 30 Gulan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE