"Fransayê di rakirina ambargoya li ser Hewlêrê da roleke girîng lîst"

Le Drianê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê diyar kir ku ev cara 8an e ku tê HKIyê, piştî vîrusa korona ya tîpa nû ji bo ziyareta ewil a Rojhilata Navîn jî hat Iraqê.

"Fransayê di rakirina ambargoya li ser Hewlêrê da roleke girîng lîst"

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku di rakirina ambargoya ji ber referanduma "serxwebûnê" ya di sala 2017an da hatibû kirin danîbûn ser HKIyê da Fransayê roleke çalak lîst.

Jean-Yves Le Drianê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê piştî temasên xwe yên li Bexdayê Hewlêr ziyaret kir. Jean-Yves Le Drian û Barzanî piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Barzanî got Le Drian hat ziyareta Hewlerê ev jî tê wê meneyê ku Fransa girîngiyê dide HKIyê û wiha axivî: "Fransayê di demên dijwar da piştgirî da mafên makezagonî yên Herêma Kurdistanê. Di rakirina ambargoya ji ber referanduma sala 2017an danîbûn ser HKIyê da Fransayê roleke çalak lîst."

Barzanî destnîşan kir ku Fransayê di pêkanîna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê da ya 2018an jî tevkariyeke mezin kir.

Le Drianê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê diyar kir ku ev cara 8an e ku tê HKIyê, piştî vîrusa korona ya tîpa nû ji bo ziyareta ewil a Rojhilata Navîn jî hat Iraqê.

Le Drian destnîşan kir ku ji ber Kovîd-19ê wekî hemû dinyayê HKIyê jî tengasî kişandin, ew ê di nav çend rojan da ji bo têkoşîna dijî vîrusê amûrên tibî ji Hewlêrê ra bişînin.

Le Drian duh jî li Bexdayê bi Fuad Huseynê hevtayê xwe ra hatibû ba hev.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE