Fîrmayên Rojhilatê bi saya Dîcle Teknokentê mezin dibin

Li Diyarbekirê Dîcle Teknokenta ku di warê Lêkolîn-Pêşxistin û înovasyonê va piştgiriyê dide miteşebisên li herêmê, avantaja muafiyeta baca dahat û saziyan û her wiha muafiyeta KDVyê jî pêşkêşî fîrmayan dike

Fîrmayên Rojhilatê bi saya Dîcle Teknokentê mezin dibin

Bi saya piştgiriya Dîcle Teknokenta li kampusa Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ya di warê Lêkolîn-Pêşxistin û înovasyonê va fîrmayên li herêmê bi pêş dikevin.

Dîcle Teknokent ku li ser nêzîkî 300 donim erdî ava bûye û sala 2012an dest bi fealiyetê kir, 43 fîrmayên ku di warên cuda yên wekî kîmya, teknolojiyên înformatîkê, nivîsbarî, vejen, elektronîka medîkal û teknolojiya çandiniyê da kar dikin li xwe digire, bi rêberiya akademîk va şîrketan dike lîstikvanên girîng ên bazarê.

Midûrê Giştî yê Dîcle Teknokentê Prof. Dr. Kemal Akkiliç ji peyamnêrê AAyê ra da bibîrxistin ku Dîcle Teknokent sala 2007an bi biryara Lijneya Wezîran hat damezirandin.

Akkiliç diyar kir ku di Teknokentê da heta sala 2018an serkeftina ku jê dihat hêvîkirin nehat bidestxistin, lêbelê paşê bi saya xebatên hatin kirin, geşedaneke mezin çêbû û bû yek ji teknokentên sereke.

Akkiliç bal kişand ku wan dest bi projeyeke bi vî rengî kir da ku li welêt bi îxracata teknolojiyê va qîmeta zêde bi dest bixe û rêberiya miteşebis û fîrmayên herêmê bike û wiha dewam kir:

"2017an da gava me dest bi peywirê kir 15 fîrma hebûn, niha 43 fîrma aktîf beşdar in. Gelek fîrmayên me hene ku bi projeyên xwe va xwe îsbat kirine. Demeke nêzîk fîrmaya Kîmyayê ya ULTRON a xwemalî ya ewil a Tirkiyeyê solusyona paqijkirina lensa kontak hilberand. Pêvajoya lêkolîn-pêşxistinê temam kir û ji hemû testan derbas bû. Em gelekî bextewar in, ev alava tibî ku li welatê me tuneye, li teknokenta me hat hilberîn."

- "Herêma me ya ku berê bi terorê dihat rojevê, dê ji niha şûnda bi zanistê were rojevê"

Akkiliç diyar kir ku ew bi xebatên xwe hewil didin ku fîrmayên li herêmê di warê zanist û teknolojiyê da pêş bikevin û wiha dewam kir, "Herêma me ya ku berê bi terorê dihat rojevê, dê ji niha şûnda bi zanistê were rojevê. Fîrmayên me di warên cuda da fealiyetên xwe didomînin. Li teknokentan avantaja muafiyeta baca dahat û saziyan û her wiha muafiyeta KDVyê ji bo miteşebisan tê pêşkêşkirin. Lewma jî bi xêra projeyan lêvegereke mezin a bo herêmê dê pêk were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE