Fuar: "Qabiliyet li her derê ye"

Xwendekaran di fuara kariyerê de meslekên nû nas kirin

Fuar: "Qabiliyet li her derê ye"

Serokomariya Turkiyeyê li hemberî koça mêjî gavên girîng diavêje. Bi fuarên kariyerê ciwanên zîrek û jêhatî tên tespîtkirin. Fuara ‘qabiliyet li her derê ye’ ev car li diyarbekirê vebû. Xwendekaran di fuarê de meslekên nû û cuda nas kirin.

Hilbijartina pîşeyan û plana kariyerê di jiyana ciwanan da cihekî girîng digir e.

Ofîsa Çavkaniyên Mirovan ya Serokomariyê ji bo pêşiya ciwanan ronî bike fuara kariyera herêmî ya başûrê rojhilat organîze kir.

Di bin hîmayeya Serokomariyê de û bi hevkariya 9 zanîngehan fuara “qabileyet li her derê ye” li Diyarbekirê hat lidarxistin.

126 Saziyên fermî û şîrketên taybet li kampûsa Zanîngeha Dîcleyê stand vekirin û meslekên cuda dan nasîn.

Fuarê zaf bala şagirtên lîse û zanîngehê kişand. Bi hezaran xwendekar di fuara kariyerê de bi sazî û karsazan re hevdîtin kirin û ji bo pêşeroja xwe plan kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî derbarê kar û barên edaletê de mehkeme tertip kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE