Li Stenbolê fuara pirtûkan li dar dikeve. her roj bi hezaran xwîner diçin ser standan. 5 weşanxaneyên kurdî jî berhemên bi zimanê bav û kalan rêz kirin, li benda xwendevanên xwe ne...
Li Stenbolê fuara pirtûkan birêve diçe.
Ji çar aliyên bajarê herî mezin ê welêt xwîneran berê xwe da vê şahiya medeniyetê.
Gelek xwendekar bi mamosteyên xwe yên mektebê ve tên fuarê.
Ji wan hinek cara pêşî kîtabên bi Kurdî dibînin.
Lêkolîner û nivîskar Mehmet Öncü got kîtabên bi Kurdî kêm tên firotin, ji weşangeran re piştgirî divê.
Fuar heta 3yê Nîsanê roja yekşemê wê dewam bike.