Li Wanê cara ewil fûara li ser perwerdeya pîşeyan û berhemên înovasyonê vebû. Ji herêma serhedê 113 xwendekaran di fûarê de projeyên xwe nîşan dan.
Fûara Perwerdeya Pîşeyan û xebatên înovasyonê li Wanê cara ewil hat vekirin.
Xwendekaran bi mamosteyên xwe re, di fûara zanistê de projeyên xwe dan nasîn.
Di fûarê de robot û berhemên ku bi kompîtiran hatibûn çêkirin hebûn.
Fûar li Navenda Kongre û Fûarê ya Ekspoyê ye. Ew ê 4 rojan vekirî be.