Fuara zanistê ya TÜBİTAK’ê

Xwendekaran proje û îcadên xwe nîşan dan...

Fuara zanistê ya TÜBİTAK’ê

Li seranserê Tirkiyê, di dibistanan de fuara zanistê ya TÜBİTAK’ê hat lidarxistin. Xwendekarên biçûk, proje û îcadên xwe dan nasîn.

Salekê li ser xebitîn; bi lêkolîn û ceribandinan xwe ji bo vê projê hazir kirin.

Xwendekarên dibistana navîn di fûara zanistê ya TÜBİTAKê de projeyên xwe dan nasîn.

Li Erdîşa Wanê, xwendekar di hêwana sergirtî de stand vekirin.

Îcadên xwe nîşanî hevalên xwe dan.

Li Mûşê jî xwendekar projeyên xwe yên di beşa zanistên civakî û fîzîkê de dan nasîn.

Mamoste dixwazin bi çalakiyên bi vî rengî xwendekar hînî fikirîn û çêkirina projeyan bibin.

Di fûarê de xwendekar herî zêde jî elaqe nîşanî robotan da.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE