Gazî Balyozê Ankarayê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva

Gazî Balyozê Ankarayê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva

Hat ragihandin, Gazî Balyozê Ankarayê yê Îranê Mihemed Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva. Ji ber ku Balyozê Bexdayê yê Îranê Irec Mescîdî Türkiye rexne kir ku desthilatdariya Iraqê binpê kiriye, Türkiyeyê bertek nîşanî Îranê da û hat gotin, tê hêvîkirin ku Îran di têkoşîna terorê da ligel Türkiyeyê be, ne li dij be.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat dayîn, Mescîdiyê Balyozê Bexdayê yê Îranê di 23yê sibatê da mulaqat da saziya weşanê ya Rûdawê û Türkiye rexne kiribû ku desthilatdariya Iraqê binpê dike. Li ser vê îro gazî Balyozê Ankarayê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva.

Ji Ferazmend ra hat gotin ku Türkiye daxiyaniyên ku dibêjin Türkiyeyê desthilatdariya Iraqê binpê dike, red dike, operasyonên ku Türkiye dike di eslê xwe da li dijî unsûrên PKKya ku îstiqrar, ewlehî û desthilatdariya Iraqê dixe hedef, di çarçoceya têkoşîna terorê da hat îcrakirin û miqamên Iraqê jî tê da her kes vê yekê dizane.

Hat gotin ku di heyama dawîn da di navbera Türkiye û Iraqê da ziyaretên payebilind hatin kirin û di van ziyaretan da herdu alî jî mitabiq man ku PKKya rêxistina terorê tehdîdeke hevpar e û tê hêvîkirin ku Îran ne li dijî têkoşîna terorê ya ku Türkiye dide be, ligel be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE