Gaza xwezayî digihêje hemû bajarên herêmê. Li Mûşê jî, ji sedî 90ê binesaziya gazê hatiye temamkirin.
Li Mûşê, xebatên ji bo gaza xezayî di Nîsana sala 2015an de dest pê kiribûn.
Heta vêga, ji sedî 90ê binesaziya gazê hatiye temamkirin.
Ji bo yên mayî jî xebat dewam dikin.
Li bajêr heta niha 120 hezar metre xeta gaza xwezayî hatiye raxistin.
Herwiha a niha 23 hezar xane ji gazê îstifade dike.