Li Gaziantepê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 1001 kesan hat kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Bajêr, li tevahiya bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê didomin.
Di kontrolên ku ekîban duh kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 1001 kesan hat birîn.
Li dijî 5 kesên ku tevdîrên karantînayê binpê kirin jî miemeleya îdarî hat kirin.
Ji bilî vê di 508 kargehan da kontrol hatin kirin û tu rewşeke xirab li van deran nehat dîtin.
AA