Li Gaziantep, Malatya û Adıyamanê ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dawiya hefteyê hat îlankirin kuçe û kolan vala man.
Ji ber ku di nav bajarên xetereya zêde da cî digrin li Gaziantep, Malatya û Adıyamanê ji saet 21.00ê duh pê va qedexeya derketina derva dest pê kir.
Li Gaziantepê hat dîtin ku herêmê qerebalix dibin vala man. Ekîbên polêsan li meydan, rê û dirban kontrolên xwe didomînin.
Malatya
Li Malatyayê herêmên qerebalix bi destpêkirina qedexeyê va vala bûn. Ekîbên ewlekariyê li meydan, rê û dirban kontrolên xwe didomînin.
Adıyaman
Li Adıyamanê kolanên qerebalix, Meydana Sumerê, kolanên Harikçî û Golebatmazê vik û vala man.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr jî kontrolên xwe didomînin.AA