Gaziyê Îdlibê hat mala xwe

Tedawiya Çawîşê Pispor Fethi Ahmet Yüce wê li Elazığê dewam bike...

Gaziyê Îdlibê hat mala xwe

Elazığê gazıyê xwe ezımand. Çawîşê pıspor fethi ahmet yüceyê ku dı êrîşa xayîn a lı îdlıbê de bırîndar bûbû, pıştî tedawıya lı Hatayê, hat memleketê xwe. Tedawıya çawîşê pıspor wê lı elezîzê dewam bıke.

Di êrîşa xayîn a li Îdliba Sûriyê de 34 leşker şehîd ketibûn, 32 leşker jî birîndar bûbûn.

Piştî mudaxeleya ewil a li nexweşxaneyên Hatayê leşkerên birîndar ên ku rewşa wan ne giran e hatin şandin memleketê wan.

Ji wan leşkerên Gazî yek jî Çawîşê Pispor Fethi Ahmet Yüceyê Elazığî bû.

Gazî Yüce, piştî mudaxeleya ewil, ji bo tedawiya wî li wirê dewam bike hat şandin memleketêx wî.

Gazî Yüce got, “Tedawiya min li Elazığê dewam dike. Înşela piştî tedwiya min xilas bû, ezê vegerim cem hevalên xwe û dîsa wezîfeya xwe bikim.”

Li gel Waliyê Elezîzê Çetin Oktay Kaldırım, gelek rayedar, rêvebirên sivîl û leşkerî û welatî ji bo ziyaretê çûn mala Çawîşê Pispor Fethi Ahmet Yüceyê Gazî.

Diya Gazî got: “Xwedê me û welatê me ji belayên xirabtir mihafeze bike.”

“Xwedê rihma xwe li hemû şehîdan bike û şîfayê bide hemû birîndarên me. Ev ne meselekeyeke hêsan, e Xwedê sebr û sebatê bide me hemûyan.”

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE