Gel ji pira Beğendikê hez kir

Bi pira Beğendikê riya Pervari û Vanê daket 2 saetan

Gel ji pira Beğendikê hez kir

Pira Beğendikê li Türkiyeyê pira herî bilind e. Di 2014an de xebat dest pê kiribûn û havîna îsal ji bo gel hat vekirin. Xelkê herêmê ji pirê gelek hez kir. Riya Pervarî û Vanê jî bi saya vê pirê ji 5 saetan daket 2 saetan.

Pira Beğendikê 450 metre dirêj e û ji erdê 165 metre bilind e.

Li Türkiyeyê pira herî bilind e, bi milyarek û 500 milyon lîreyî hat çêkirin.

Piştî xebateke dirêj havîna îsal ket xizmeta gel. Gel ji Pira Beğendikê gelek hez kir.

Rêwiyên ku ji hêla Diyarbekir û Mardinê diçin Serhedê êdî di riyên asê û zor de zehmetiyê nakşînin.

Bi saya Pira Beğendikê riya Van û Pervariyê jî bi qasî 3 saetan kurt bû û daket 2 saetan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE