Gelê Resûleynê kêfxweş e ku vedigerin malên xwe

Gelê Resûleynê piştî navçeya wan ji terorê hat paqijkirin vedigere malên xwe

Gelê Resûleynê kêfxweş e ku vedigerin malên xwe

Sûriyeyiyên bi salane ji ber ku axa wan ji hêla rêxistinên terorê va hatine dagirkirin piştî ku bi Herekata Kaniya Aştiyê va navçeya Resûleynê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat rizgarkirin, vegeriyan welatên xwe.

Li Resûleyna bi saya Herekata Kaniya Aştiyê va ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat rizgarkirin jiyana rojane bi asayî dewam dike.

Ji bo ku hewcedariyên gel bên dîtin Tirkiye di her qadê da hewl dide xebatan û alîkariyan bike.

Komeke Sûriyeyiyan serî li Walîtiya Şanliurfayê dan ku vegerin malên xwe. Piştî lêkolînê destûr da ku ew vegerin welatê xwe.

Li ser vê 70 welatiyên Sûriyeyê yên jin û zarok jî di nav da hene hatin li ber Qereqola Hidûdê ya Eskerê Şehîd Adem Doguşken a li Ceylanpinarê.

Piştî kontrolê xatir ji eskerên Artêşa Tirkiyeyê xwestin, spasiya wan kirin û ji deriyê sînor derbasî Sûriyeyê bûn.

Tîmên Artêşa Netewetî ya Sûriyeyê pêşwaziya gelê Resûleynê kir.

- "Em kêfxweş in ku vegeriyan welatê xwe "

Muezzîn Mihemed ji rojnamevanan ra daxuyand ew kêfxweş e ku vegeriyaye welatê xwe û wiha axivî: "Ev 7 sal e em li Tirkiyeyê dijiyan, ji ber ku em vedigerin welatê xwe ez pir kêfxweş im. Em ji bo her tiştî gelekî spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikin. Em kêfxweş in ku vegeriyan welatê xwe. Dema em ji Resûleynê derketibûn ez 11 salî bûm, ez niha vedigerim."

Abdulezîm Mihemed jî got ew kêfxweş e ku bi qîza xwe ya du sal û nîvî ye va piştî salan vedigere axa xwe û ji ber mêwanperweriyê spasiya Tirkiyeyê kir.

Mihemed Ahmet Şavak jî anî ziman ji ber ku axa wan ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatiye rizgarkirin ew kêfxweş in û spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk kir.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE