Li welêt nêzî 6 hezar nexweş piştî tedawiyê ji nexweşiya koronayê filitîn û ji nexweşxaneyê derketin. Bajêr bi bajêr kesên ku ji nexweşxaneyê derdikevin bi çepikan tên oxirkirin.
Li Hakkariyê xebatkarê nexweşxaneyê Ziya Müezzinoğluyê 37 salî ev demek bû ku li nexweşxanyê tedawiya koronayê dibû.
Tedawiya wwî temam bû û ew ji nexweşiyê filitî.
Wexta ku ji nexweşxaneyê derket hevlên wî bi çepikan ew oxir kirin.
Li Kolika Adiyamanê 3 nexweş ji koronayê filitîn û bi çepikan ji nexweşxaneyê derketin.
Nexweş piştî ku ji nexweşxaneyê derdikevin 14 rojan li malên xwe di karantînayê de dimînin.
Ji bo kesên din nexweş nekevin li malê jî îzolasyon gelek girîng e.