Perava Tetwana Bilîsê her ku diçe zêdetir bala mirovan dikişîne ser xwe. di 9 rojên betlaneya eydê de jî, bi hezaran kesî ji bo bêhnvedanê berê xwe da tetwanê. li bajêr hema bibêje li otelan cih peyda nabe.
Tetwana Bilîsê bi perava xwe û xweşikayiyên xwe her ku diçe bêhtir nav û deng vedide.
Ji gelek herêman pirr kes ji bo betlaneya cejna qurbanê berê xwe dan navçeyê.
Li navenda Tetwanê ji sedî 96ê kapasîteya otêlan tijî ye.
Bi gotineke din hema bêje li tu derî cih peyda nabe.
Him kesên diçin ber Behra Wanê him jî xelkê herêmê ji rewşa dawî memnûn in.