Geliyê Sêzinaran bi rengên payîzê balê dikişîne

Geliyê bi taybetî ji wênekêş û werzişvanên tebîetê eleqeyê dibîne dîmenên gelekî balkêş derdikevin holê.

Geliyê Sêzinaran bi rengên payîzê balê dikişîne

Geliyê Sêzinaran a li Iğdırê payîzê bi dîmenên rengîn ên daran va xemilî û ziyaretvanên xwe şaş metel dihêle.

Li geliyê ji navçeya Tuzlucayê dest pê dike hetanî gundê Sêzinarê 26 kîlomêtre dewam dike dar, çem û zinarên mezin hene.

Bi hatina payîzê va li gelî rengên zer, qehweyî û kesk li nav hev ketin û xweşikahiyên tebiî kêfa ziyaretvanan tînin cî.

Geliyê bi taybetî ji wênekêş û werzişvanên tebîetê eleqeyê dibîne dîmenên gelekî balkêş derdikevin holê.

Sabrî Sarcanê ji herêmê diyar kir ku di van demên dawîn da gelê herêmê û ziyaretvan li vê derê digerin û gelekî diecibînin.

Sarcan diyar kir ku gelî di medyaya civakî da bi nav û deng bû û wiha pê da çû: "Bi hatina payîzê va li gelî dîmenên rengîn derketin holê. Menzere gelekî xweş e, tebîethez û wênekêş tên vê derê û dîmenên balkêş dikişînin."

Eleqeyê nîşanî wêneyan didin

Mert Ekmekçiyê wênekêşê tebîetê got ku payîz û biharê tên vê derê wêneyan dikişînin û wiha pê da çû: 

"Li gelî darên mêweyan û gelek cure dar hene. Em jî dema firsendê dibînin tên li vê derê dixebitin. Wêneyên me eleqeyeke mezin dibînin. Dema ji jor va li gelî mêze dikin merivan wetrê li karpolê mêze dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE