Geliyê Uçkaya bi dîmênên rengîn balê dikşîne

Geliyê Uçkayayê ji navçeya Tuzlucayê dest pê dike û heta gundê Uçkayayê diçe û qasî 26 kîlomêtroyan dirêj e. 

Geliyê Uçkaya bi dîmênên rengîn balê dikşîne

Geliyê Uçkayayê yê ku li Tuzlucaya navçeya Îdirê cî digire bi dîmenên rengîn û xweşikiyên xwe yên payîzê va balê dikşîne. 

Geliyê Uçkayayê ji navçeya Tuzlucayê dest pê dike û heta gundê Uçkayayê diçe û qasî 26 kîlomêtroyan dirêj e. 

Geliyê Uçkayayê yê ku li quntara Çiyayê Erezê ye bi darên bî û spîndaran û sirûşta xwe ya xweşik balê dikşîne. 

Mixtarê gundê Uçkayayê  Kemal Otay daxuyanî da û got ku divê hemû kes vê xweşikî û menzeraya delal bibînin û wiha axivî.

"Gundê me her sal payîzan bi rengên cuda dixemile. Li vê derê ji daran gelek cureyên cuda hene. Di geliyê me da sûlav jî hene. Hem biharan, hem havînan û hem jî payîzan her sal bi sedan kes gelî ziyaret dikin."

Ji turîstan Omer Teker jî got ku ew ji bo kişandina wêneyan hat herêmê û wiha dewam kir: "Me Geliyê Uçkayayê gelekî eciband. Heçko meriv mihrîcaneke tebîatê temaşe dike. Divê hemû kes û wênekêşên hunermend vê xweşikiyê bibînin."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE