Gelo betlane wê dirêjtir bibe?

Ziya Selçuk: em li rewşê dinêrin, heke betlane dirêj bibe amadehiyên me hene

Gelo betlane wê dirêjtir bibe?

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk li ser tevdîrên vîrûsa koronayê xeber da. Selçuk got “ger tetîla dibistan dirêjtir bibe me li gorî vê hemû amadehiyên xwe kirine. “

Wezîr Selçuk: Heke me dît ew rewş dirêj dide, ji bo vê jî amadehiyên me hene. Ku me dît rewş dirêjtir bû û heyama perwerdeyê qediya, helbet divê em amade bin ji bo hemû rewşê. Lazim e hemû kar û baran berê wextê amade bikin. Em li rewşê dinêrin. Em her tim hiqûqa zarok û xwendekarên xwe diparêzin. Tişta girîng ew e ku em wan nexin zehmet û tengasiyê. Domandina perwereya ji dûr ve mimkun e lê em ê azmûnan, piştî perwerdeyên rûbirû bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE