"Ger F-35 nebe em ê li alternatîfeke din binerin"

Akar: “ger ji ber ku me Sistema S-400’ê standiye me ji projeya F-35ê derxin, em ê jî mecbûr li çara serê xwe binêrin û li alternatîfeke din bigerin.

"Ger F-35 nebe em ê li alternatîfeke din binerin"

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar, di lijneya giştî ya meclisê de derheqê projeya f-35an de axivî. akar got: “ger f-35 nebe, em ê li alternatîfeke din binêrin.”

Akar: “ger ji ber ku me Sistema S-400’ê standiye me ji projeya F-35ê derxin, em ê jî mecbûr li çara serê xwe binêrin û li alternatîfeke din bigerin.

Derheqê projeya F-35ê de zelal axivî.

Û ji rêvebiriya Emerîkayê re peyam şand.

Akar: “Em him şirîk in him jî di hilberîna projeyê de cî digrin. Ji bilî vê me hemû berpirsiyariya xwe bi cih anî. Ji bo ev pirsgirêka di navbera me û Emerîkayê de bi diyalogê çareser bibe çi ji destê em tê em dikin.

Hulusi Akar li Meclisê ji bo civînên li ser budçeyê di lijneya giştî ya Meclisê de axivî.

Akar derheqê kirîna S-400ê de got: “Pêvajo dewam dike.”

Akar derheqê firotina Fabrîkaya Tank Paletê de jî axivî û bersiv da rexneyên dihatin kirin. Gotina 9emîn Serokkomarê Tirkiyê Silêman Demîrel bi bîr anî.

Akar: “Tu mafê xebatkaran winda nebûye. Fiyat û kaliteya hilberînê wê bê kontolkirin. Em dixwazin tankên ku tên çêkirin di demeke kurt de teslîmî TSK’ê bikin. Dema fabrikaya FORD’ê dihat çêkirin, erdê SEKA’yê hatibû rojevê. Rehmetiyê Demîrel gotibû: “Ji bo çêkirina fabrîkayê ger hewce bike ez ê bexçeyê Çankayayê bidim.”

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE