Gera bi xizangê ya li ser Gola Çildirê wê heta dawiya adarê dewam bike

"Hê jî gelek mirovên ku dixwazin bên Çildirê bibînin hene. Em bendê ne heta dawiya meha adarê mazuwaniya wan bikin."

Gera bi xizangê ya li ser Gola Çildirê wê heta dawiya adarê dewam bike

Gera bi xizangê ya li ser Gola Çildirê ya bi hespan va wê heta dawiya meha adarê dewam bike.

Gola Çildirê piştî Gola Vanê li Rojhilatê Anadoluyê gola herî mezin a duyemîn e.

Gol li ser sînorê Qers û Erdexanê ye.

Dema dibe zivistan rûyê Gola Çildirê qeşa digire û gelek turîst tên li vir, bi xizangên ku hesp dikşînin va turê diavêjin û kêfa berfê derdixin.

Şaredarê Çildirê Yakup Azîzoglu got gelek mêvan tên Çildirê xizangan sîwar dibîn û dema xwe xweş derbas dikin.

Azîzoglu got vê zivistanê jî bi hezaran turîst hatine û wiha axivî: "Hê jî gelek mirovên ku dixwazin bên Çildirê bibînin hene. Em bendê ne heta dawiya meha adarê mazuwaniya wan bikin. Bi taybetî ji bajarên rojava gelek kes tên. Em jî dibêjin hûn dikarin heta dawiya meha adarê bên û gola qeşagirtî bibînin. Rewşa hewayê a nû vê nîşan dide."

Azîzoglu got gol di meha çileya pêşîn da qeşa digire û hin caran qalindahiya qeşayê digîhîje 40 santêman, lê di dawiya meha adarê da ev qeşa dihele.

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2020, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE