Hin kes hene ku gelekî ji xwendinê hez dikin û heta dawiya temenê xwe dixwînin. Şêxmûz Gergerliyê li Kolika Semsûrê jî yek ji wan e. Şêxmûzê 88 salî mehê du pirtûkan dixwîne û dixwaze her kes bixwîne.
Mehê du caran diçe pirtûkxaneyê.
Du pirtûkên xwe hiltîne û dibe malê.
Dixwîne û dîsa tîne pirtûkxaneyê.
Şêxmûz Gergerli li Kolika navçeya Semsûrê dijî.
Bi xwe qet neçûye dibistanê, lê ji derve ve dibistana seretayî û ya navîncî qedandine.
Şêxmûzê 88 salî mehê 2 pirtûkan dixwîne û ew bi vê helwesta xwe balê dikişîne ser girîngiya xwendinê.
Ciwan dema ku kalê rûspî dibînin, zêdetir ji xwendinê hez dikin.
Şêxmûz Gergerli herî zêde ji berhemên Îmam Xezelî hez dike û dixwaze ciwan bi taybetî berhemên Xezelî bixwînin.