Li gor danezana Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, îro û sibê li tevahiya welêt hewa wê ewrsayî be.
Sibê ji serê sibê pê va li rojavayê Marmarayê, Qeraxên Egeyê û derdora Antalyayê barana gur tê payîn.
Li gor texmînê bi şev û serê sibê li aliyê rojhilatê qeşa û cemed wê çêbibe.
Li pal û berpalên Rojhilata Behra Reş û li aliyê rojhilata Rojhilata Anadoluyê talûkeya şepeyê heye.
Li gor texmînê li tevahiya welêt germa hewayê wê di navbera 3 û 5 pileyan da zêde bibe.
AA