Germa Şanliurfayê dest pê kir

Welatiyên ku ji germê aciz dibin, heta fitarê li mizgeftan radizên...

Germa Şanliurfayê dest pê kir

Li RihaGerma havînê dest pêkir. ji bo ku remezan e jî welatiyên birojî gelek zehmetî dikişînin. ji bo hînik bibin xwe davêjin mizgeftan û heta dema fitarê li wan deran radizên.

Germa havînê dest pê kir.

Bi taybetî jî li herêmê li hin deveran mrov nikare ji ber germê îdare bike.

Ji wan deveran yek jî Rihaye. Hewaya Rihayê nêzî 40 derece germ e û hêj di biharê de meriv aciz dike.

Lê bê şik û bêguman germ ji bo kesên birojî zehmettir e. Welatiyên ku ji germê aciz dibin berê xwe didin mizgeftên hênik û biklîma.

Piraniya wan heta fitarê li van deran radizên.

Lê herkes ji vê rewşê neqayîl e. Hinek jî ji vê rewşê aciz in û dibêjin: “Mizgeft ne cihê razanê ye.”

Dîroka nûkirinê: 17 Gulan 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE