Li gundên Bêşebabê yên li ser sînorê Iraqê, welatî tevî sir û seqemê, dadikevin çemê xabûrê û masiyan digrin. Gundî dibêjin, gava berf dikeve erdê, tahma masiyan jî xweştir dibe.
Li Bêşebaba Şirnexê, germahiya hewayê di bin sifirê de 10 pile ye.
Lê tevî sir û seqemê, welatî di ava çemê Xabûrê de, masiyan digirin.
Ji bo şêniyên gundên li ser sînorê Iraqê, zivistanan girtina masiyan kêfeke cuda ye.
Masîvan dibêjin; zivistanê gava berf dikeve erde, tahma masiyan hîn xweştir dibe.