Tê payîn ku li Tirkiyeyê germahiya hewayê alî rojava û nav welêt di navbera 2 û 5 pileyan da zêde bibe.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya nivîskî weşand da ragihand ku li alî bakurê rojhilatê Tirkiyeyê wê hewa ewrayî û pir ewrayî be. Li rojhilatê Behra Reş a Rojhilatê, bakurê rojhilatê Anadoluya Rojhilat û dor û berê Erzinganê wê baran hebe, ewrayî be û brûsikê vede û li herêmên din jî piçek ewrayî be lê wê hewa sayî be.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li alî rojavayê welêt û nav welêt wê di navbera 2 û 5 pileyan da zêde bibe.