Geşedanên dawîn ên Lîbyayê wê di civîna Enqereyê da bêne nirxandin

Hevdîtina Serok Erdogan û Serokê Lîbyayê Fayîz Serrac dest pê kir.

Geşedanên dawîn ên Lîbyayê wê di civîna Enqereyê da bêne nirxandin

Hevdîtina Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Lîbyayê Fayîz Serrac dest pê kir.

Çapemenî hilnedan hevdîtina li Kuliyeya Serokkomariyê.

Dema Serrac hat Kuliyeya Serokomariyê, Fuat Oktayê Alîkarê Serokkomar pêşwaziya wî kir.

Li bendê ne ku Serok Erdogan û Serokê Lîbyayê Fayîz Serrac piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Li rojhilatê Lîbyayê piştî ku êrîşên milîsên Xelîfe Xefter hatin rawestandin û ew hatin têkbirin, ev geşedanên dawî wê di hevdîtina navbera Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya Lîbyayê Fayiz es-Serrac da jî bên rojevê.

Rêvebiriya Lîbyayê bi Tirkiyeyê ra di qada parastinê da ket têkiliyê û di îstiqrar û ewlehiya welêt da gavên girîng avêt. Serkeftinên artêş û hikûmeta Lîbyayê dewam dikin, lê di vê navberê da Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya Serrac jî wê civîneke girîng bikin.

Rêvebiriya Lîbyayê piştî hevkariya parastinê ya Tirkiyeyê rê li ber Xefter girtibû ku ew bikeve Trablusê.

Di 12ê Çileya Paşîn da bi serkêşiya Rûsya û Tirkiyeyê li Konferansa Berlînê agirbest hatibû îlankirin, lê hêzên Xefter guh nedabûn vê agirbest. Artêşa Lîbyayê di 25ê Adarê da Operasyona Bahoza Aştiyê dabû destpêkirin.

Serkeftina artêşa Libyayê ya li hemberî hêzên Xefter dewam dike ku piştgiriya SÎHAyan di vê serkeftinê da pir girîng e.

Di vê pêvajoya da rola Tirkiyeyê û eleqeyeke mezin dît.

Ji dawiya Adarê heta nava Nîsanê ji rojavayê Trablusê heta sînorê qadeke 3 hezar kîlomêtroyî ji hêzên Xefter hat paqijkirin.

Artêşa Lîbyayê di 18ê Gulanê da Baregeha Watiyeyê ya eskerî bi dest xistibû, SÎHAyan jî gelek sîstema parastina esmanî yên ku Mîrektîya Yekbûyî yên Ereb dabûn milîsan îmhe kiribûn.

Artêşê di meha Gulanê da herêmeke mezin ya ku kampên eskerî jî di nav da ye ji milîsan paqij kiribû û ji herêmê derketibû.

Artêşa Lîbyayê Balafirgeha Trablusê paşve hilda.

Bi piştgiriya Tirkiyeyê artêşê hemû sînorên bajarên Trablusê ji milîsan sitand û gaveke nû avêt.

Di hevdîtina Serrac û Erdogan da ev mijar wê bên axaftin, ji bo çareseriya siyasî gavên divê bên avêtin jî wê bên rojevê.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu duh gotibû paşvehildana Balafirgeha Trablusê, sînorên Tûnisê û serkeftinên esmanî û bejayî nîşan didin ku Xefter nikare di vê şerî da bi ser bikeve.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE