Şaredariya Çaldêrana Wanê ji bo hilberîna tovên xwemalî û organîk projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê ji tovên frengî û xiyaran, yên organîk hatin gihandin. 10 hezar tov li mixtaran hat belav kirin.
Ji bo hilberîna tovên xwemalî û neteweyî, Şaredariya Çaldêrana Wanê projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de tovên organîk ên frengî, xiyar, nok û kartolan hatin berhevkirin.
Pêşî tovên frengî û xiyaran hatin çandin, pişt re jî hatin hilberandin.
Şaredariyê tovên organîk li mixtaran belav kirin. Mixtar jî wê li cotkaran belav bikin.
Bi saya vê projeyê him sebzeyên organîk wê bên gijhandin him jî dê çandiniya herêmê bi pêş bikeve.