Gihaştin mirazê xwe

Piştî 17 salan kurekî wan çêbû...

Gihaştin mirazê xwe

Li Gundê girêya navçeya misirca sêrtê welatiyên bi navên faysal û hediye toksoy beriya 17 salan zewicîn û her tim dixwestin zarokekî wan çêbe. Piştî salan xwedê zarokek da hediyeyê....

Faysalê 38 û Hediye Toksoya 35 salî li gundê Girêya navçeya Misirca Sêrtê dijîn.

Her du ciwan di 2002an de bi hev re zewicîn. Lê belê zarokê wan çênedibû.

Gava Hediye Toksoy xwe nîşanî bijîkan dide jê re dibêjin ku bi te re nexweşiya epîlepsiyê heye, loma zarokê we çênabe.

Piştî 17 salan gava çûn nexweşxaneyê hîn bûn ku Hediye ducanî ye.

Her du hevser dibêjin divê mirov hêviya xwe ji Xwedê nebire.

Beriya hefteyekê Xwedê kurek da Hediyeyê û navê wî jî danîn “Muhemmed.”

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE