Girê Miraza bi UNESCOyê li dinyayê tê naskirin

Girê Miraza yê ku wekî cihê "destpêka dîrokê" tê hesibandin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da saleke xwe temam kir bi saya vê taybetiya xwe li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn...

Girê Miraza bi UNESCOyê li dinyayê tê naskirin

Girê Miraza yê ku wekî cihê "destpêka dîrokê" tê hesibandin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da saleke xwe temam kir bi saya vê taybetiya xwe li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn.

Wargeha 18 kîlomêtre li dûrê navenda bajêr di heyama neolîtîk da hatiye avakirin. Lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê di sala 1963yan da dema li ser rûyê erdê dixebitîn wargeh ferq kirin. Di sala 1986an da cotkarekî dema zeviya xwe radikir dikir pêykerek dît û daneya ewil wê çaxê derkete holê.

Cotkar wetrê kevirê dîtiye bi qîmet e û teslîmî rayedarên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê kir. Pêşiyê nehat fehmkirin ku ev peykerê çi ye li muzeyê hildan parastinê. Paşê Prof. Dr. Klaus Schmidtê Alman ji bo vekolanê hat Newala Çorê ya li Hîlwanê û li muzeyê peyker dît û ji ber ku girîng e li ser xebat da destpêkirin.

Ji Wezareta Çand û Turîzmê destûr hat hildan Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê û Muzeya Şanliurfayê di seroktiya Prof. Dr. Klaus Schmidt da di sala 1995an da li herêmê dest bi kolanê kirin. Di xebatan da kevirên tîk ên dirêjahiya wan di navbera 3 û 6 mêtreyan da û li ser wan resmên heywanan hene hatin dîtin. Giraniya keviran di navbera 40 û 60 tonî da bû.

Dîsa di vekolanan da bermayiyên perestgehên gilover û çarparsû, peykerê însanekî yê 65 santêmî yê tê gotin 12 hezar salî ye û hin berhemên din hatin dîtin.

Girê Miraza yê her diçe li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn kêmzêde 6 salan di Lîsteya Berwext a Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da girt di tîrmeha 2018an da bi destê Komîteya Mîrata Dinyayê da hildan Lîsteya Çanda Dinyayê.

Girê Miraza yê tevlî vê lîsteyê kirin êdî li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn û ji ber ku sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" hat îlan kirin ji turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin dibîne.

Li dinyayê tê pêşniyazkirin

Serokê Vekolana Girê Miraza û Midûrê Muzeya Şanliurfayê Celal Uludag daxuyanî da û got ser ra salek derbas bû ku Girê Miraza hildan Lîsteya Mîrata Dinyayê.

Uludag got ji bo Girê Miraza tevlî lîsteyê bikin hemû xebatên xwe bi baldarî meşandin û wiha pê da çû: 

"Piştî temamkirina amadehiyên li der û dora herêmê di 1ê tîrmeha 2018an da Girê Miraza tevlî Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê kirin. Bi vî awayî kete nav cihên li dinyayê herî zêde tên zanîn. Acente jî pêşniyaz dikin. Piştî pêvajoya UNESCOyê em vê bi eşkeretî dibînin. Hejmara ziyaretvanan gelekî zêde bû. Bi taybetî hejmara ziyaretvanên ji dervayê welêt tên zêde dibe."

Uludag got piştî UNESCOyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir tesîra vê jî li ser zêdebûna hejmara ziyaretvanan heye.

Uludag destnîşan kir ku di betlaneya Eyda Remezanê da di rojê da kêmzêde 6 hezar kesî Girê Miraza ziyaret kir, li bendê ne ku di rojên pêşiya me da hejmar ji vê jî zêdetir bibe.

Serokê Vekolana Girê Miraza û Midûrê Muzeya Şanliurfayê Celal Uludag daxuyanî da  û got ser ra salek derbas bû ku Girê Miraza hildan Lîsteya Mîrata Dinyayê.

Uludag got ji bo Girê Miraza tevlî lîsteyê bikin hemû xebatên xwe bi baldarî meşandin û wiha pê da çû: 

"Piştî temamkirina amadehiyên li der û dora herêmê di 1ê tîrmeha 2018an da Girê Miraza tevlî Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê kirin. Bi vî awayî kete nav cihên li dinyayê herî zêde tên zanîn. Acente jî pêşniyaz dikin. Piştî pêvajoya UNESCOyê em vê bi eşkeretî dibînin. Hejmara ziyaretvanan gelekî zêde bû. Bi taybetî hejmara ziyaretvanên ji dervayê welêt tên zêde dibe."

Uludag got piştî UNESCOyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wekî "Sala Girê Miraza" îlan kir tesîra vê jî li ser zêdebûna hejmara ziyaretvanan heye.

Uludag destnîşan kir ku di betlaneya Eyda Remezanê da di rojê da kêmzêde 6 hezar kesî Girê Miraza ziyaret kir, li bendê ne ku di rojên pêşiya me da hejmar ji vê jî zêdetir bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE