Girê Mirazan eleqeya ser Şanlıurfayê didomîne

Di 2019an da lêgerîna bilêtên balafiran ên ku diçin Şanlıurfayê li gor sala 2018an ji sedî 69 zêde bû.

Girê Mirazan eleqeya ser Şanlıurfayê didomîne

Girê Mirazan (Göbeklitepe) ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye û cihên wek Gola Masiyan, Keleha Şanlıurfayê, Mizgefta Firfirliyê, Muzeya Şanlıurfayê û Miqamê Eyub Pêxember eleqeya ser bajêr roi bi roj zêdetir dike.

Li gor daxuyaniya Enuygun.comê di 2019an da lêgerîna bilêtên balafiran ên ku diçin Şanlıurfayê li gor sala 2018an ji sedî 69 zêde bû.

Bi taybetî piştî ku li ser Girê Mirazan rêzefîlm hatin çêkirin û weşandin, lêgerîna bilêtên balafiran ên ku diçin Şanlıurfayê tenê ji berfanbarê heta niha derket sedî 22yan.

Bihayê bilêta balafirên ku diçin Şanlıurfayê, promosyonên taybet ne tê da bi 180 TLyî, bihayê bilêtên otobêsan jî bi 128 TLyî dest pê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE