Girê Vadî Sefayê ku ji bo erdhejê "qadeke birîsk" e tê islahkirin

Li taxa Yalimê ya li Artukluya navçeya navend di Geliyê Zinnarê da 32 avahî hene û li ser îhtimala ku zinar bikevin ser qad niştewar, AFADê herêm wekî "qada birîsk" îlan kir.

Girê Vadî Sefayê ku ji bo erdhejê "qadeke birîsk" e tê islahkirin

Li Mêrdînê Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Bajêr (AFAD) Girê Vadî Sefayê ji aliyê erdhejê va wekî "qada birîsk" îlan kir û li ser gir xebatên islahê tên kirin.

Li taxa Yalimê ya li Artukluya navçeya navend di Geliyê Zinnarê da 32 avahî hene û li ser îhtimala ku zinar bikevin ser qad niştewar, AFADê herêm wekî "qada birîsk" îlan kir.

Piştî ku mal hatin texliyekirin, li ser girê herêmê xebatên islahê dest pê kir. Piştî texliyekirina avahiyan gir wekî 8 herêman parve kirin û xebatan dest pê kir.

Midûrê Bajêr ê AFADê Davut Esen ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew herêmê bi rêk û pêk kontrol dikin û wan cihên birîsk kifş kirin.

Esen diyar kir, ji bo berterefkirina rîskê wan tevdîr hildan û proje amade kirin û ev rîsk ji holê rakirin.

Esen destnîşan kir ku Mêrdîn nakeve nav herêma erdhejê lê ji bajarên derdorê xetên fayê derbas dibin û wiha dewam kir: 

"Erdhejeke mezin ku li bajarên derdorê çêbibe, wê tesîrê li ser qadên birîsk ên bajarê me bike. Zinrên ku ser malên Vadî Sefayê ra ne, di erhejekê da rîsk in û me seba wan xebat da destpêkirin."

Esen diyar kir ku piştî kutakirina xebatan afata herêmê wê rabe û welatî wê bikaribin bikişin malên xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE